Cîgirê serokê DYAyê Vance bi fermî diçe Îsraîlê

PeyamaKurd - Cîgirê serokê DYAyê James David Vance roja Duşemê bi seredanekî fermî diçe Îsraîlê û dibe ku pêre nûnerê taybet yê DYAyê yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff jî pêre here.
Seredana Vance wekî perçeyekî ji qedandina şerê li Xezzayê tê şirovekirin. Ragihandina nûçeyê ji aliyê malpera Axiosê de hat kirin ku bingeha nûçeya xwe dibe ser rayedarên DYA û Îsraîlê. Wê her dû lîder bi îhtîmaleka mezin kontrola peymanê bikin bê çawa tê bicîhanîn.
Berê hatibû ragihandin ku wê Steve Witkoff serpereştiya heyetê bike lê niha rewş guherî û wê cîgirê serokê DYAyê Vance serpereştiya heyetê bike.
Ev nivîs 64 car hatiye xwendin.




