Li bajarê Bartınê di teqîna sîlobaza çîmento de ajotvan can da

Li bajarê Bartınê di teqîna sîlobaza çîmento de ajotvan can da

PeyamaKurd – Li Bartınê di wexta çîmentoyê berdidan silobaza çîmentoyê, teqîn çêbû û ajotvanê bi navê Yaşar Caner (38) mir. Bûyer li gundê Epçilerkadıyê qewimî û li ser bûyerê hêzên cendirmeyan dest bi lêpirsînê kirin.

Bûyer ber destê êvarê qewimî. Ajotvan Yaşar Caner di wexta çîmentoyê valadikir înşaata li ser rêya Bartın-Arıtê, hewa ku tê de gihîştibû hev teqiya. Bi xwurtbûna teqîna di sîlobazê de re, Caner giran birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê ew birin nexweşxana dewletê ya bajarê Bartinê lê li nexweşxanê can da.

Ev nivîs 69 car hatiye xwendin.