Rêya balafira Putin tê de here Budapeşte diyar bû: Wê balafirên Tirkiyê jê re parastinê bikin

Rêya balafira Putin tê de here Budapeşte diyar bû: Wê balafirên Tirkiyê jê re parastinê bikin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji bo hevdîtina serokê DYAyê Trump û yê Rûsyayê Putin ya li Budapeşte, wê balafira Putin di kîjan rêya hewayî de here.

Li gor çapemeniya Rûsyayê; wê balafira Putin di ser Derya Reş de here û dema derbasî Derya Reş bibe wê balafirên F-16an yê Tirkiyê pêre rêhevaltî bike û biparêze.

Rêya ku tê de herê, wê di ser Derya Reş, Tirkiyê, peravên Yûnanistanê, Arnavutluk û di ser Siribistanê de be.

Li gor ragihandina Portala Hewayî ya AIR Live ku gotiye ji çapemeniya Rûsyayê Komsomolskaya Pravda jî ragihandiye, heya Derya Reş wê balafirên Rûsyayê û jê û pê de wê balafirên Tirkiyê rêhevaltî jê re bikin.

Rota dinê ya alternatîv ku ji bo balafira Putin hatiye amadekirin, Derya Hazarê, Îran, Tirkiye, Derya Sipî, Karabax û Sirbistan e.

Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.