Xortekî 14 salî bi demançê li ber salona dawetê 5 kesan birîndar kir

Xortekî 14 salî bi demançê li ber salona dawetê 5 kesan birîndar kir

PeyamaKurd – Li navça Tarsus a bajarê Mersinê xortekî 14 salî yê bi navê İ.E. li ber salona dawetê dît ku kesê bi navê H.E. bi bavê wî re munaqeşe dike û navbera bavê wî û ew kesî nexweşe. İ.E. di encamê de bi demançê li wan xist û 5 kes birîndar bûn.

Bûyer, seet di 20.30 an de li taxa Yeşil li kolana Ertugrul Gazi çêbû. Gumanbar reviya û polîs niha lê digere.

Birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Tarsusê û niha rewşa birîndaran baş e.

Ev nivîs 68 car hatiye xwendin.