Li Bursayê di kolandina kanalîzasyonê de hilweşîn çêbû û 2 bira mirin

PeyamaKurd – Li bajarê Bursayê li navça Mudanyayê dema bi alava kar xebata kanalîzasyonê dikirin, hilweşîn çêbû û di encamê de du biryarên bi navên İbrahim Uysal (35) û Mehmet Vefa Uysal (50) di bin axê de man û wefat kirin.
Bûyer seet di 18.30an de li navça Mudanya li gundê Ülküköyê qewimî. Bûyer di wexta kanalizasyona xaniyê serbixwe çêdikirin de çêbû.
Piştî têmên pênwendîdar çûn ciyê bûyerê, dîtin ku her du bira can dane û cenazên wan birin morga nexweşxana dewletê ya Mudanyayê.
Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.




