Agir bi keştiya şer a Amerîkayê ket

PeyamaKurd- Saziya Beravaniya Japonyayê (JCG) ragihand, li bajarê Uruma yê eyaleta Okinawayê, di keştiya şer a artêşa Amerîkayê ya bi navê "New Orleans" de şewat derket.
Hate diyarkirin ji pêşiya keştiyê dûxan bilind bûye. Hêzên Xweparastinê yên Japonyayê ji bo alîkariya xebatên vemirandina agir keştiyek şandin herêmê û ekîbên Beravaniyê jî keştiyên dewriyeyê şandin.
Sedema şewatê hê nayê zanîn. Keştiya 200 metreyî, 361 xebatkar û 800 leşkeran hildigire.
Ev nivîs 92 car hatiye xwendin.




