Lûtkeya "Îsraîl-Sûriye" li Parîsê hat lidarxistin

Lûtkeya "Îsraîl-Sûriye" li Parîsê hat lidarxistin

PeyamaKurd - Li paytexta Fransa Parîsê di navbera Sûriye û Îsraîlê de têkiliyek fermî hat danîn. Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî bi şandeyeke Îsraîlê re civiya da ku li ser aramiya herêmî û mijarên têkildarî başûrê Sûriyeyê nîqaş bike.

Li gorî agahiyên ku ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANA ragihandiye, Şeybanî li Parîsê bi şandeyeke Îsraîlê re civiya da ku li ser mijarên têkildarî aramiya Sûriyeyê nîqaş bike. Civîn bi navbeynkariya Amerîkayê pêk hat.

Li gorî agahiyan, di civînê de mijarên wekî kêmkirina rageşiyê, destwerdana ne di karûbarên navxweyî yên Sûriyeyê de, gihîştina rêkeftinekê ku piştgirîya aramiya herêmî dike, çavdêriya agirbestê li parêzgeha Sweydayê û vegerandina peymana 1974an hatine nîqaşkirin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku hevdîtinên bi navbeynkariya Amerîkayê beşek ji hewldanên dîplomatîk ên ji bo xurtkirina ewlehî û aramiya li Sûriyeyê û parastina axa Sûriyeyê ne.

Seroktiya şandeya Îsraîlê ji aliyê Wezîrê Karûbarên Stratejîk ê Îsraîlê Ron Dermer ve hat kirin. Di heman demê de, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack li ser platforma medyaya civakî X postek parve kir û destnîşan kir ku wî bi Şêx Muwaffaq Tarif, serokê civaka Durzî li Îsraîlê û tîma wî re hevdîtinek germ pêk aniye.

Barack diyar kir ku wan li ser rewşa Siwêdayê, çawaniya anîna berjewendiyên hemû aliyan li hev, kêmkirina aloziyan û avakirina lihevhatinekê nîqaş kirine.

Ev nivîs 80 car hatiye xwendin.