Li navça Samandağê xortê 20 salî di deryayê de fetisî

Li navça Samandağê xortê 20 salî di deryayê de fetisî

PeyamaKurd – Li bajarê Hatayê li navça Samandağıyê xortê bi navê Hasan Güngör (20) di deryayê de ket ber pêlên avê û fetisî. Tîmên tenduristiyê dema gihîştinê xwestin ew rizgar bikin lê nikaribûn.

Fetisandina xortî ber destê êvarê li peravên Çewlikê çêbû. Piştî di avê de kete ber pêlan her çiqas xwest xwe rizgar bike jî hew dikaribû.

Kesên li dorê bûn ew ji deryayê derxistin û tîmên tenduristiyê ew birin nexweşxana dewletê ya Samandağıyê.

Ewilî bîra wî nema û paşî li nexweşxanê dan da.

Ev nivîs 66 car hatiye xwendin.