Li Duhokê teqemenî û topên şerê Tirkiye-PKKê hatin dîtin

Li Duhokê teqemenî û topên şerê Tirkiye-PKKê hatin dîtin

PeyamaKurd- Rêveberiya Mînan ya Duhokê eşkere kir ku hin teqemenî û bermahiyên şer li hin gundên devera Berwarî Bala ya Duhokê hatine dîtin ku yên dema şerê navbera PKK û Tirkiyeyê ne.

Rêveberê Ragihandinê yê Rêveberiya Mînan ya Duhokê Rêgir Bêsivkî îro 20ê Tebaxê ragihand, “Hêzên Asayîşê li nav Berwarî Bala li ser hebûna hin teqemeniyan û bermahiyên şer li gundên Edinê û Sereroyê em haydar kirin.”

Rêgir Bêsivkî got, “Tîmên me li wê deverê amade bûn û çend celebên teqemeniyan dîtin. Ew teqemenî ji aliyê tîma taybet ve bi awayekî serkeftî hatin komkirin û ji bo cihekî ewle hatin veguhastin û li wê derê hatin teqandin.”

Bêsivkî diyar kir, "Yek ji topên mezin, ku qebareya wê 155 mm bûn, di nav rezê welatiyekî de hat dîtin, yeka din jî li nêzîkî maleke wî gundî bû. Ji ber ku neteqiyabûn, ew gelek xeter bûn."

Rêveberê Ragihandinê yê Rêveberiya Mînan ya Duhokê  eşkere kir, “Pênc tîm ji Rêveberiya Duhokê ji bo paqijkirina wan zeviyan kar dikin; yek li Amêdiyê, yek li Geliyê Balindan ku cîhekî geştiyarî ye, yek li Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê û yek jî li nahiyeya Mangêşkê ya parêzgeha Dihokê.”

Bêsivkî dawî got, “Ew mîn û teqemeniyên ku niha hene yên dema PKK û Hikûmeta Tirkiyê ne û niha piraniya cotkaran vegeriyane ser erdên xwe. Heke ew mîn biteqin jî, tiştekî normal e ji ber ku yên demeke kevnar in, lê ya girîng ew e ku zirarê nedin welatiyan.”

Ev nivîs 114 car hatiye xwendin.