Green: “Dixwazim li bajarên Kurdistanê bigerim, mirovan nasbikim û dîroka dewlemend hîn bikim”

Green: “Dixwazim li bajarên Kurdistanê bigerim, mirovan nasbikim û dîroka dewlemend hîn bikim”

PeyamaKurd – Balyoza DYAyê ya Herêma Kurdistanê ya Erbîlê Wendy Green piştî dest bi karê xwe yê li Kurdistanê kir peyamekî bi vîdeoyê belav kir. Green di vîdeoyê de hem behsa jiyana xwe ya rabirdû kir û hem behsa hedefên xwe yên li Herêma Kurdistanê kir.

Balyoz Green got ku bi eslê xwe ji Teksasêye, zarotiya wê li deverên cuda yên dinyayê derbas bûye û dixwaze temamê bajarên Herêma Kurdistanê bigere, mirovên herêmê nas bike û dîroka Kurdistanê ya dewlemend hîn bibe. 25 sale ku dîplomate, bi malbata xwe re li DYAyê û li deverên cuda yên dinyayê geriyaye.

Green got ku di rewşên şer û piştî şer de, bi xebatên xwe yên avakirina ewlehiyê û aştiyê serbilind e. Di nûjeniya bazirganiyê, geşepêdanê, xwutkirina dengê civakan yên di rêyên nûjen de û danîna pêwendiyên bi DYA re, wê ji bo her dû welatan jî refahê bîne.

Wê balyoz Wendy Green 2 salên xwe li Kurdistanê derbas bike û bendeye xebatê bike da ortaxiya Kurd-DYAyê xwurt bike. Daxwaza wê hevkariya bi Herêma Kurdistanê re ya bi seha ewlehiyê, aboriyê, perwerdê û pêwendiyên çandê de kûrtir bike. Bi hevre wê karibin ji bo berjewendiyên xelkê Herêma Kurdistanê xwurt bikin û destekê bidinê.

Green, di peyama xwe de behsa avahiya nû ya balyozxana Herêma Kurdistanê jî kir û got:

“Hindik maye avahî temam bibe. Avahiya nû ne tenê avahiye, di heman wextê de nîşana ku DYA çawa girîngiyê dide têkiliyên bi Herêma Kurdistanê re û nîşana xwurtbûna hêza ortaxiyê ye.”

Wendy Green di beşa vîdeoyê ya danasîna xwe de got:

“Navê min Wendy Green e û ez balyoza nû ya Amerîkayê ya li Herêma Kurdistanê me. Ji teksasê me û zarotiya min li deverên cuda yên dinyayê derbas bû. Niha li Arkansas a Bakûr mala min ya mezin heye. Dixwazim li bajarên Kurdistanê bigerim, mirovan nasbikim û dîroka dewlemend hîn bikim…”

Ev nivîs 147 car hatiye xwendin.