Amerîka lîsta berhemên hesinê pola û alûminyûmê yên îtxalatê ji bo bacê fireh kir

Amerîka lîsta berhemên hesinê pola û alûminyûmê yên îtxalatê ji bo bacê fireh kir

PeyamaKurd – Wezareta bazirganiyê ya DYAyê %50 baca gumrikê danîbû ser berhemên ji hesinê pola û alûminyûmê yên îtxalatê. Wezaret niha lîsta berheman fireh kir û 407 kategoriyên berheman lê zêde kir.

Li gor daxwuyaniya wezaretê; makine, vinç, perçên tribunên bayê, perçên erebeyan, rewtên mobîlyayan yanî berhemên hesinê pola û alûmînyûmê bi temamî 407 qeleman xist nav lîstê.

Wê ji van hemî berheman %50 baca gumrikê ya îtxalatê an ku ya kirînê bistînin û berhemên di derveyê vana de dimînin, wê li ser tarîfeyên din gumrikê ji wan bistînin.

Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.