Nûnerên Komeleyên Mafên Mirovan di komîsyonê de axifîn

Nûnerên Komeleyên Mafên Mirovan di komîsyonê de axifîn

PeyamaKurd – Nûnerên Komeleyên Mafên Mirovan yên wekî Komela Mafên Mirovan (İHD) û MAZLUM-DERê di komisyona Meclisa Tirkiyê de, bi navê din di Komîsyona Hevkariya Biratiyê û Demokrasiyê de axifîn û fikrên xwe di derbarê çekberdana PKKê û dewama pêvajoyê de ragihandin. Xalek ji wan ew e ku divê kesên çekan berdin tevlî pêvajoyê bibin.

Nûner, di civîna 5em ya komîsyonê de axifîn û fikr û ramanên xwe gotin. Serokê giştî yê İHDê Hüseyin Küçükbalaban got:

-Mijara hevdîtina bi Öcalan re neketiye rojeva komîsyonê, madem wê mijara Kurd ji ser bingeha şiddetê derxin, çekdarên PKKê yên çekan berdin divê ew jî tevlî pêvajoyê bibin.

-PKK xwe fesih kir. Temsîlî çekan şewitand. Em vêya pêşdeçûna demokrasiyê dibînin. Qanûnekî nîne ku em ê çawa bi komîsyonê re têkiliyan deynin. Xebata komîsyonê ya ji bo 6 mehan kême ku bikaribe pirsgirêka 100 salan çareser bike. Divê bernama komîsyonê hebe ku terefan guhdarî bike. Divê bi Öcalan û şexsiyetên diyasporayê re ji nav komîsyonê têkilî bên danîn.

Endamê İHDê Aydın Yüksel jî di komîsyonê de axifî û got di xebata komîsyonê de çi bikeve ser milên wan ew amade ne destekê bidinê. Yüksel got ku ji bo her demekî raporên wan hene û wê wan raporan bidin komîsyonê.

Serokê İHDê yê şaxa Diyarbekirê Ercan Yılmaz jî behsa destnîşankirina gorên mezinên Kurdan yên wekî Şêx Seîd û Seyyîd Riza kir û got ku divê ciyên gorên wan bên aşkerakirin. Mafê perwerda zimanê Kurdî bixin garantiyê, qanûna terorê rakin, di qanûna înfazê de wekheviyê bixinê, nexweşên mayînde tehliye bikin û di mijaran de komîsyon reşbeleka qanûnan derxe.

Serokê MAZLUM-DERê yê giştî Kaya Kartal di axaftina xw ede got:

“Divê dewlet bi edalet tevbigere û ji bo çareseriyê dev ji wan xetên sor berde. Divê îfada azadiyê hebe ku herkes karibe fikra xwe bi serbestî bêje. Eger li ortê heqqekî hebe divê dewlet heqê herkesî bide wî û di mijarê de bazarî nebe. Perwerda di zimanê Kurdî de û nasnama Kurdî de herî kêm divê di qanûn de destnîşan be. Ji wexta Osmaniyan heya Komariyê tecrube hene ku em dikarin van pirsgirêkan çareser bikin. Peydakirina rêyekî rihete. Em bi rewşenbîrên Tirkiyê û muktesebata meclisê bawerin.

Di naskirina nasnama Kurdan de dikarin qanûnan çêbikin. Ji ber şopên înkara nasnama Kurd dewam dikin. Di destûrê de tekrara dewleta Tirk gelek dominant e. Divê tekrar bên sererastkirin. Eger îmkan hebe divê qanûna têkoşîna bi terorê re rakin. Bi sedema li ser navê rêxistinê tevger kirine ceza sitendine lê rêxistin xwe fesh kiriye. Mirov di zîndanan de ne û heya niha ti cezayê wan nehatiye kêmkirin. Divê qanûna înfazê biguhire.

Sedema hebûna qanûna terorê li ser mijara Kurd e. Eger derfet hebe divê ev qanûn rabe. Nexweşên bêçare divê ji wan re çare hebe. Qeyyûman ji ortê rakin… Divê kesên bi xelkê re têkiliyên wan hene, bên wezîfedarkirin….”

Ev nivîs 62 car hatiye xwendin.