Îsraîlê piştî 52 salan balyozxana xwe ya Zambiyayê vekir

Îsraîlê piştî 52 salan balyozxana xwe ya Zambiyayê vekir

PeyamaKurd - Îsraîlê piştî 52 salan balyozxana xwe ya Zambiyayê ya li bajarê Lusakayê vekir. Wezîrê kar û barên derve yê Îsraîlê Gideon Saar dagera welatê xwe ya Afrîkayê pîroz kir û ragihand ku bi wezîrê karên derve yê Zambiyayê bi Mulambo Haimbe re peymana şêwrê îmza kiriye.

Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Gideon Saar xeberê di ser hesabê xwe yê medya civakî di ser Xê de ragihand.

Hukumeta Zambiyayê di şerê navbera Ereb-Îsraîlê yê sala 1973an de, li ser daxwaza Yekîtiya Efrîkayê balyozxana xwe ya Îsraîlê girtibû.

Zambiya di sala 2015an de car din balyozxana xwe li Îsraîlê vekiribû.

Ev nivîs 70 car hatiye xwendin.