Navça Silivri ya Îstenbolê hejiya: derece 3,2 an 3,6 e

Navça Silivri ya Îstenbolê hejiya: derece 3,2 an 3,6 e

PeyamaKurd – Peravên Silivriyê ya bajarê Îstenbolê bi dereca 3,2 hejiya û xelkê Îstenbolê tirsiya. AFADê dereca erdhejê 3,2 ragihand û seet di 19.57an de erdhej qewimî.

Erdhej di bin erdê de di kûrahiya 9,42 km yan de çêbû û li bajarên cîranên Îstenbolê hat hîskirin.

Çavdêriya Kandilliyê jî dereca erdhejê 3,6 ragihand û kûrahiyê 8,8 km ragihand. Lê heya niha ti bûyerekî neyînî nehatiya ragihandin.

Ev nivîs 67 car hatiye xwendin.