Li Çiyayê Hermonê bombeyeke kevin a Sûriyeyê teqiya: 7 leşkerên Îsraîlî birîndar bûn

Li Çiyayê Hermonê bombeyeke kevin a Sûriyeyê teqiya: 7 leşkerên Îsraîlî birîndar bûn

PeyamaKurd – Îro, li Çiyayê Hermonê yê li başûr-rojavayê Sûriyeyê, ji ber teqîna bombeyeke kevin a Sûriyeyê 7 leşkerên Îsraîlî birîndar bûn. Li gorî agahiyên destpêkê, birîna 4 leşkeran xedar e.

Medyaya Îsraîlî ragihand ku bûyer di dema ku yekîneyeke leşkerî li herêmê li ser karê xwe bû, rû daye. Teqemeniya ku wekî "bombeyeke kevin a Sûriyeyê" tê binavkirin, di dema kontrolê de înfilaq kiriye.

Platforma nûçeyan a Îsraîlî "Hadashot Bazman"ê diyar kir ku ji 7 leşkerên birîndar, birîna 4 leşkeran xedar û ya 3 kesan jî sivik e.

Hêzên Îsraîlê, piştî hilweşîna rejîma berê ya Sûriyeyê, li ser Çiyayê Hermonê bi cih bûne û kontrola herêmê dikin.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de piştrast kir ku derbarê bûyerê de lêpirsîneke berfireh hat destpêkirin û ji bo parastina ewlehiya leşkerên li herêmê tedbîrên pêwîst hatine zêdekirin.

Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.