Rejîma Îranê li Çaypare û Seqizê 9 Kurdistanî binçav kirin

Rejîma Îranê li Çaypare û Seqizê 9 Kurdistanî binçav kirin

PeyamaKurd – Li bajarên Çaypare û Seqizê yên Rojhilatê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê yên Rejîma Komara Îslamî ya Îranê di heman rojê de 9 welatiyên Kurd binçav kirin, ku ev yek nîşana zêdebûna zextan li ser gelê Kurd li herêmê ye.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, êvara roja Duşemî, 18ê Tebaxa 2025an, 5 ciwanên Kurd li bajarê Çaypare yê bi ser parêzgeha Ûrmiyeyê ve hatin girtin. Hate ragihandin ku ev ciwan piştî girtinê rastî tundûtûjî û îşkenceyê hatine û roja din, ji bo tirsandin û heqaretlêkirinê, di nava kolanên bajêr de hatine gerandin.

Hate zanîn ku sedema girtina 2 ji van ciwanan tenê "pevçûneke devkî" ya bi hêzên ewlehiyê re bûye. 3 kesên din jî dema ku hewl didan agahiyê li ser hevalên xwe werbigirin, hatine binçavkirin. Tê gotin ku ev ciwanên ku tu dosyeyeke wan a yasayî nîne, bêyî tu biryareke dadgehê hatine girtin û bi awayekî neqanûnî di nava bajêr de hatine teşhîrkirin.

Di bûyereke din de ku heman rojê qewimî, hêzên Wezareta Îtilaatê (îstixbarat) li bajarê Seqizê 4 Kurdistaniyên din binçav kirin. Navên kesên ku hatine binçavkirin weke Zekeriya Muradî, Umîd Rehîmzade, Mehdî Kemalî û Mihemed Emînpûr hatin eşkerekirin.

Hate diyarkirin ku Zekeriya Muradî, Umîd Rehîmzade û Mehdî Kemalî li malên xwe hatine binçavkirin. Piştî demekê, Mihemed Emînpûr bi hinceta "hevdîtineke karî" hatiye xapandin û ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hatiye girtin.

Heta niha derbarê sedemên girtina van 9 Kurdistaniyan, cihê ragirtina wan û tohmetên ku li dijî wan hatine kirin de, tu agahiyeke fermî nehatiye dayîn û çarenivîsa wan nediyar e.

Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.