Rûsya givaşên ser Îngîltere fireh kir

PeyamaKurd – Wezareta kar û barên derve ya Rûsyayê li ser gotinên Îngîltere yên li hemberê Rûsyayê qedexê danî ser nûnerên hinek dezgeyên Îngîltere da neçin Rûsyayê. Di nav lîstê de rêxistinên civakî yên sîvîl û dezgeyên medyayê hene.
Wezareta karên derve ya Rûsyayê got ku Îngîltere di seha navdewletî de bi agahiyên nerast li hemberê Rûsyayê gotinên xwe belav dike û weha dewam kir:
“Hinek dezgeyên civaka sîvîl yên Îngîltere li hemberê Rûsyayê siyasetê dimeşînin û bi wan re dezgeyên çapemeniyê û şîrketên şêwrimendiyê hene û ku mewan xist lîsta xwe, me lîstê fireh kiriye da wan dorpêç bikin.
Di nav wan de hene ku li hemberê Rûsyayê bi agahiyên gemarî û sûcdariyên bê binyat belav dikin, dikin ku Rojava li hemberê Rûsyayê bi tundî tevbigerin, parastina desteka Kîevê dikin û kes hene bi dijminane xebatên lobiyê dimeşînin.”
Ev nivîs 64 car hatiye xwendin.




