Lubnan di navbera planên leşkerî û zextên dîplomatîk de ye

Lubnan di navbera planên leşkerî û zextên dîplomatîk de ye

PeyamaKurd – Hikûmeta Lubnanê xwe amade dike ku di civînên xwe yên pêş de plana artêşê ya derbarê kontrolkirina çekan gotûbêj bike. Ev pêngav di demekê ye ku hewildanên dîplomatîk ên navdewletî, bi taybetî yên ji aliyê Amerîkayê ve, ji bo çareserkirina aloziya li herêmê zêde bûne.

Civîna sê alî ya li Parîsê û hewldanên Amerîkayê 

Li Parîsê, bi beşdariya nûnerên Amerîka, Sûriye û Îsraîlê civîneke sêalî ya girîng pêk hat. Di civînê de Nûnerê Amerîkî Tom Barrack, Wezîrê Karûbarên Stratejîk ê Îsraîlê Ron Dermer û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şîbanî amade bûn. Tê gotin ku Washington hewl dide rêyeke mirovî ji Îsraîlê ber bi bajarê Siwêdayê yê Sûriyê veke, û ev mijar rasterast bi rewşa Lubnanê ve girêdayî ye.

Zehmetiyên nûnerê Amerîkayê yên li Bêrûdê

Li Bêrûdê, Tom Barrack bi rayedarên Lubnanî re civiya, lê hevdîtinên wî, bi taybetî ya bi Serokê Parlamentoyê Nebîh Berrî re dijwar bûn. Berrî bi tundî Barrack rexne kir û got ku wî di hewildanên xwe yên berê de nikarîbû Îsraîlê neçarî agirbestê bike û tu zext li ser Îsraîlê neda avakirin.

Helwêst artêş û partiyên siyasî yên Lubnanê

Artêşa Lubnanê li ser biryara hikûmetê bi hişyarî tevdigere. Heta ku lihevkirineke siyasî ya giştî çênebe, artêş naxwaze bikeve nav rûbirûbûneke rasterast bi tu aliyekî herêmî re.

Helwêsta partiyên siyasî yên sereke jî eşkere ye:

Nebîh Berî: Serokê Parlamentoyê tekez dike ku heta Îsraîl êrîşên xwe bi temamî ranewestîne û ji herêmên dagirkirî venekişe, tu agirbest pêk nayê.

Hizbullah: Ji aliyê xwe ve, Hizbullah 3 şertan ji bo destpêkirina her danûstandina li ser çekên xwe datîne: bidawîanîna êrîşên Îsraîlê, vekişîna tam a hêzên wê, û destpêkirina jinûveavakirinê. Hizbullah bawer dike ku yekrêziya Lubnanê dê di danûstandinan de bibe hêza herî mezin.

Rola nû di dîplomasiya Amerîkî de

Di vê çarçoveyê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump, Morgan Ortagos weke endameke nû di tîma xwe de destnîşan kiriye. Tê payîn ku Ortagos di pêwendiyên bi Îsraîlê re û di hemahengiya bi Pentagonê re ji bo biçekkirina artêşa Lubnanê roleke girîngtir bilîze.

Lîna Reşîd / Lubnan

Ev nivîs 100 car hatiye xwendin.