Îranê hem gef xwar hem jî welatên cîran bi tevlîbûna êrîşên Îsraîlê tawanbar kir

Îranê hem gef xwar hem jî welatên cîran bi tevlîbûna êrîşên Îsraîlê tawanbar kir

PeyamaKurd- Wezîrê Bergiriya Îranê Ezîz Nesîrzade, derbarê êrîş û şerê ligel Îsraîlê yê 12 rojan de daxuyanî da û îdia kir, ne tenê Amerîka û welatên Rojava, hinek welatên herêmê jî bi awayekî çalak piştgirî dane parastina asmanî ya Îsraîlê û bûne hevparê êrîşan.

Wezîr Ezîz Nesîrzade li Tehranê di bernameya Roja Pîşesaziya Parastinê de axivî û got: “Em bi temamî haydar in ku ji bilî Amerîkayê, hinek welatên Rojava û herêmê jî bi awayekî çalak beşdarî operasyonên rêgirtin û parastina asmanî ya rejîma Siyonîst bûn.”

 Nesîrzade diyar kir ku tevî vê hevkariyê, Îranê pişta xwe daye hêza xwe û zirareke mezin daye Îsraîlê û ev gef li Îsraîlê û welatên din xwar: "Moşekên ku me di şerê 12 rojan de bi kar anîn, çend sal berê hatibûn çêkirin. Îro di destê me de moşekên nû hene ku xwedî şiyanên gelekî bilindtir in. Eger dijminê Siyonîst hewl bide ku maceraperestiyeke nû bike, em dê teqez van mûşekan bi kar bînin."

Nesîrzade behsa sîstemên parastinê yên pêşketî yên wekî THAAD, Patriot û Qubeya Hesinî kir ku ji aliyê Îsraîl û hevpeymanên wê ve têne bikaranîn û got: "Di rojên destpêkê yên şer de nêzîkî ji sedî 40ê moşekên me dihatin astengkirin, lê ber bi dawiya şer ve ev rêje berevajî bû û ji sedî 90ê moşekên me gihiştin hedefên xwe. Vê yekê nîşan da ku hem tecrubeya me zêde bûye hem jî kapasîteya parastinê ya aliyê din kêm bûye."

Wezîrê Îranî destnîşan kir ku wan ji bo pêşî li aloziyê bigirin agirbest qebûl kiriye û got, bersiva ku dê bidin êrişeke nû dê "gelek, sosret, biêş û li derveyî hesaban" be.

Ev nivîs 96 car hatiye xwendin.