"Agirbesta ku li Xezzeyê ketiye meriyetê, çirayek hêviyê ye"

"Agirbesta ku li Xezzeyê ketiye meriyetê, çirayek hêviyê ye"

PeyamaKurd - Papa Leo XIV, rêberê giyanî yê Katolîkan û serokê Vatîkanê, diyar kir ku agirbesta ku li Xezzeyê ketiye meriyetê, ji bo herêmê "çirayek hêviyê" ye.

Di axaftina xwe ya piştî nimêja Yekşemê ya kevneşopî li Meydana St. Peter de, Papa pêşketinên navneteweyî nirxand.

Papa behsa plana agirbestê ya ji bo Xezzeyê kir, ku ji hêla Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ve di 9ê Cotmehê de hate ragihandin û di 10ê Cotmehê de ket meriyetê, û got, "Peymana dawî ya destpêkirina pêvajoya aştiyê li Erdê Pîroz çirayek hêviyê afirand. Ez aliyên têkildar teşwîq dikim ku bi cesaret li ser rêya ku wan ber bi aştiyek dadperwer û mayînde ve xêz kiriye ku rêzê li daxwazên rewa yên gelên Îsraîl û Filistînê digire, bidomînin."

Papa Leo XIV destnîşan kir ku pevçûna du salan li her derê mirin û kavil hiştiye, nemaze di dilê kesên ku zarok, malbat, heval û her tiştê xwe bi hovane winda kirine. Wî her wiha behsa pêşketinên li Ukraynayê kir û got:

"Ez bi xemgînî nûçeyên êrîşên nû yên tundûtûj li Ukraynayê dişopînim, ku li gelek bajar û binesaziya sivîl xistine, bûne sedema mirina mirovên bêguneh, di nav de zarok jî, û bêhejmar malbat bê elektrîk û germkirin hiştine. Ez êşa mirovên ku bi salan e di êş û bêpariyê de dijîn hîs dikim. Ez banga xwe ji bo bidawîkirina tundûtûjiyê, bidawîkirina wêrankirinê û vekirina deriyên diyalog û aştiyê dubare dikim."

Di vê navberê de, Sekreterê Dewletê yê Vatîkanê (Serokwezîr) Kardînal Pietro Parolin, di axaftina xwe ya li Assisi de got, "Em hîn jî bawer dikin ku çareseriyek du-kes-du-dewlet formuleyek e ku dikare bibe alîkar ku pirsgirêk û têkiliyên di navbera Cihû û Filistîniyan de çareser bike. Ev li gorî tiştê ku me her gav xwestiye ye."

Ev nivîs 62 car hatiye xwendin.