Li sînorê Pakistan-Afganistanê şerekî dijwar çêbû: 12 kuştî

PeyamaKurd- Çavkaniyên ewlehiyê yên Pakistanê ragihandin ku artêşa Pakistanê bi awayekî tund bersiva êrîşên hêzên Talîbana Afganistanê yên ser qereqolên sînor ên Pakistanê daye. Li gorî zanyariyan herî kêm 12 kes hatine kuştin û hejmarek zêde jî birîndar hene.
Wezîrê Navxweyî yê Pakistanê Muhsin Naqvi got, "Afganistan bi agir dilîze. Afganistan jî, mîna Hindistanê, dê bersiva ku heq dike bistîne, da ku careke din cesaret neke bi niyeteke xerab li Pakistanê binêre."
Li ser sînorê Pakistan-Afganistanê şerekî dijwar derket. Li gorî çavkaniyên ewlehiyê yên Pakistanê, piştî êrîşên nepenî yên hêzên Talîbanê yên Afganî li ser qereqolên sînor ên Pakistanê, artêşa Pakistanê bi awayekî xurt bersiv da.
Rayedarên Pakistanê diyar kirin ku yekîneyên artêşa Pakistanê li ser sînor, bi awayekî bibandor cihên êrîşan kirine hedef û ziyaneke mezin gihandiye gelek mewziyên Talîbanê.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku gelek qereqolên Afgna û komên milîtan zirarên mezin dîtine. Hate îdiakirin ku di şer de şervanên Talîbanê hinek qereqol û cesed li pey xwe hiştine û ji herêmê reviyane.
Ev nivîs 104 car hatiye xwendin.




