Lîstikvanên Kurd ên Tîma Voleybolê ya Iraqê ji ber bilindkirina Alaya Kurdistanê rastî gefan hatin

PeyamaKurd – Lîstikvanên Kurd ên Tîma Nîştimanî ya Voleybolê ya Jinan a Iraqê, piştî ku di Şampiyoniya Rojavayê Asyayê de bi bilindkirina Alaya Kurdistanê serkeftina xwe pîroz kirin, ji aliyê Serokê Federasyona Voleybolê ya Iraqê ve rastî gefa cezakirinê hatin.
Tîma jinan a Iraqê di şampiyoniyê de pileya 3yem bi dest xist û madalyaya bronz wergirt. Piştî merasîma xelatkirinê, 9 lîstikvanên Kurd ên tîmê kêfxweşiya xwe bi bilindkirina Alaya Kurdistanê anîn ziman. Ev pîrozbahî bû sedema nerazîbûneke tund ji aliyê Federasyona Voleybolê ya Iraqê ve.
Li gorî zanyariyan, Serokê Federasyona Voleybolê ya Iraqê, Hebîb Lewendî, ji ber vê yekê gelekî hêrs bûye û gefa cezakirina wan lîstikvanan xwariye. Her weha, federasyonê di platformên xwe yên fermî yên medyaya civakî de, ty wêneyek ku tê de lîstikvanên Kurd bi Alaya Kurdistanê xuya dikin, belav nekir. Di şûna wê de, tenê wêneyê tîmê bi Alaya Iraqê re hate weşandin û serkeftin bi vî rengî hate nîşandan.
Hêjayî gotinê ye ku tîma jinan a Iraqê di pêşbirkan de li hember Erebistana Siûdî û Qeterê serkeftin tomar kiribû û li hember Lubnan û Urdinê têk çûbû. 9 lîstikvanên Kurd, ku navên hinek ji wan Deşnî Qasim, Kajîn Celal, Behra Hemîd, Diye Welîd, Hêlîn Omer, Hemîşe Wişyar û Pirîve Rizgar in, roleke diyarker di bidestxistina vê serkeftinê de lîstin.
Ev nivîs 101 car hatiye xwendin.




