Namzetê PDKyê yê Silêmaniyê: Armanca me xizmetkirina yekgirtî ya Herêma Kurdistanê ye

Namzetê PDKyê yê Silêmaniyê: Armanca me xizmetkirina yekgirtî ya Herêma Kurdistanê ye

PeyamaKurd – Dr. Hesen Mehmûd Qamîşî, berbijêrê jimare 14yê yê lîsteya 275ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê li parêzgeha Silêmaniyê, tekezî li ser wê yekê kir ku PDK bi yek herêmê bawer e, ew jî Herêma Kurdistanê ye, û partiya wî bêyî cudahî xizmeta hemû deveran kiriye.

Di peyameke çapemeniyê de ku ji BasNews re şandiye, Dr. Hesen Mehmûd rexne li hin partî û aliyan girt ku bi hewldanên têkdana aramî, seqamgirî û pêşketina Kurdistanê tawanbar kirin. Wî da zanîn ku PDK tu carî ev yek qebûl nekiriye û her dem destê avadaniyê gihandiye hemû bajar, navçe û gundên Kurdistanê.

Namzetê PDKyê herweha amaje bi wê yekê kir ku hin aliyan rêgirî li gihandina xizmetguzarî û refahê ji bo welatiyên hin bajaran kirine, da ku paşê hikûmeta Herêma Kurdistanê û PDKyê bi kêmasiyê tawanbar bikin. Lêbelê, wî got ku di serdema serokwezîr Mesrûr Barzanî de, "ew xeletî hat şikandin û karwanê avadaniyê bi lez û bi heman kalîteyê tevahiya Kurdistanê girtiye nav xwe."

Di dawiya peyama xwe de, Dr. Hesen Mehmûd bang li xelkê Silêmanî, Germiyan, Helebce, Şarezor û Şarbajêr kir ku di hilbijartinan de biryara xwe bidin û got: "Hûn hêjayî ya herî baş in. Nehêlin mafên we yên bingehîn werin astengkirin, ku hin aliyan hûn bêbeş kirine."

Lîsteya hejmar 275ê ya PDKyê ji bo hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê ye.

Ev nivîs 104 car hatiye xwendin.