Metran Mar Nîqudîmus: Mesrûr Barzanî ji me hez dike, em jî jê hez dikin

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Yekşemê Dêra Ûm Nûrê li bajarokê Enkaweyê vekir. Metranê derê spasiya Mesrûr Barzanî kir û got: “Min spasiyên taybet ji Mesrûr Barzanî re hene, ku ji me hez dike û em jî ji wî hez dikin.”
Metranê Dêra Ûm Nûrê Mar Nîqudîmus Dawid Metî Şeref, di merasîma vekirina Dêra Ûm Nûrê de ragihand: "Rast e ku em demekê dirêj li bendê man, lê ew bendeman berhemdar bû û me di dawiyê de ev bedewiya mezin dît. Xudê li wan cihên pîroz ên ku navê wî lê tê bilindkirin hejî hemî pesnan e."
Mar Nîqudîmus Dawid herwesa got: “Min spasiyên taybet ji Mesrûr Barzanî re hene, ku ji me hez dike û em jî ji wî hez dikin.”
Metranê Dêra diyar kir: “Îro, di dilê Enkaweya bihadar de, em hemî şahidên bûyereka dîrokî û bêhempa di dîroka Dêra Rojhilatê de ne, ku vekirin û pîrozkirina vê platforma baweriyê ya Dêra Ûm Nûrê ye.”
Metranê Dêra Ûm Nûrê got: “Ev avahî ne tenê komeka keviran e ku li ser hev hatine danan, lê sembola hêstirên kombûyî, birînên neçarekirî û êşê ye, ku li ser vê axa pîroz a Enkaweyê bûne sembola rabûnê.” û da zanîn, “Vê axê kur û birayên xwe yên ji Mûsil, Kerkûk û hemî deverên Iraqê hembêz kirin, piştî ku terorê ew ji rih û rîşalan hilkêşan, dêrên wan şewitandin û cihên wan ên peristinê wêran kirin."
Metranê Dêra Ûm Nûrê got: “Îro miriyên me ji bin wê xweliyê radibin û xaçên xwe hildigirin û tekez dikin ku, ew mala Xudê ji nû ve ava dikin.”
Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.




