Zelenskyy bi Trump û Macron re bi telefonê axivî

Zelenskyy bi Trump û Macron re bi telefonê axivî

PeyamaKurd - Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ragihand ku wî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Fransayê Emmanuel Macron re bi têlefonên cuda cuda axivîne.

Di daxuyaniyekê de li ser medyaya civakî, Zelenskyy diyar kir ku wî doh bi Serokê Amerîkayê Trump re jî bi têlefonê axivîye û gotiye, "Em bi Dewletên Yekbûyî re bi berfirehî dixebitin da ku parastina xwe ya hewayî û hemî şiyanên xwe yên parastinê xurt bikin."

Zelenskyy destnîşan kir ku wan mijarên wekî dabînkirina pergalên parastina hewayî yên PATRIOT ji bo Ukraynayê û zêdekirina şiyanên welêt ji bo destpêkirina êrîşên dûr-menzîl nîqaş kirine û got, "Em dibînin û dibihîzin ku Rûsya ji îhtîmala ku Amerîkî moşekên Tomahawk ên krûze bidin me ditirse. Ev nîşanek ji celebê zextê ye ku dikare ji bo aştiyê sûdmend be."

Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.