DYA: "Girtiyên Îsraîlî dikarin di nav 24 saetan de werin berdan"

PeyamaKurd - Cîgirê Serokê DYAyê J.D. Vance diyar kir ku girtiyên Îsraîlî yên li Xezzeyê dikarin di nav 24 saetan de werin berdan.
Vance daxuyanî da medyaya Amerîkî.
Vance di bernameya "This Week" a ABCyê de axivî û diyar kir ku 20 girtiyên Îsraîlî yên li Xezzeyê dikarin di nav 24 saetan de, bi îhtîmaleke mezin sibeha bi dema Amerîkayê, werin berdan.
Vance diyar kir, "Em li ber aştiya rastîn li Rojhilata Navîn in," û zêde kir ku divê DYA bi dîplomatên xwe ji bo "hewldanên aştiyê" yên wan li Xezzeyê serbilind be.
Di derbarê raporên ku dibêjin DYA wê 200 leşkeran di çarçoveya agirbesta li Xezzeyê de bişîne Îsraîlê de, Vance diyar kir ku yekîneyên Fermandariya Navendî ya DYAyê (CENTCOM) li herêmê ne.
Vance diyar kir, "Niyeta me an plana me ew e ku leşker li Xezzeyê an Îsraîlê nemînin. Li wir hin agahiyên xelet hene, lê em ê çavdêriyê bikin da ku piştrast bikin ku ev aştî mayînde ye."
Di hevpeyvînekê de ligel NBC, Vance dubare kir ku Amerîka wê li ser erdê li Xezzeyê an Îsraîlê leşkeran bi.cîh neke. Wî zêde kir ku agirbesta li Xezzeyê, hebûna leşkerên Îsraîlê li sînorê diyarkirî û herikîna alîkariya mirovî wê bi rêya CENTCOMê were şopandin.
Vance bi bîr xist ku gelek welatên Îslamî pêşniyar kirine ku ji bo ewlehiyê li Xezzeyê leşkeran bi cîh bikin û diyar kir ku leşkerên Amerîkî li ser erdê ne hewce ne û destnîşan kir ku hîn jî gelek kar heye ku were kirin da ku agirbesta li Xezzeyê mayînde be.





