Koşka Elyseeyê ragihand: Macron ji bo Xezeyê diçe Misirê

Koşka Elyseeyê ragihand: Macron ji bo Xezeyê diçe Misirê

PeyamaKurd- Koşka Elyseeyê ya Fransayê ragihand ku Serokomar Emmanuel Macron ji bo ku piştgiriya xwe ya ji bo rêkeftina Donald Trump ji bo bidawîanîna şerê Xezeyê pêşniyar kiriye, nîşan bide roja duşemê biçe Misirê.

Serokomariya Fransayê ragihand, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron dê di serdana xwe de "li gel hevparên xwe qonaxên bê yên bicihanîna plana aştiyê" gotûbêj bike.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev serdana bajarê Şerm El-Şêxê yê Misirê "berdewamiya destpêşxeriya Fransa û Erebistana Siûdî û wan hewlên ku meha îlonê li New Yorkê ji bo pêkanîna planeke aştî û ewlehiyê ji bo hemûyan li Rojhilata Navîn hat dayîn e ku li ser bingeha çareseriya du dewletan e".

Hêjayî gotinê ye, Serokê Misirê Ebdulfettah Sîsî û Serokê Amerîkayê Donald Trump serokatiya lûtkeya aştiyê ya navneteweyî li bajarê Şerm El-Şêxê li dar dixin û serokên 20 welatan hatine vexwendin.

Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.