Mezlûm Ebdî: Şam bi erênî nêzî mijara nenavendîbûnê dibe

Mezlûm Ebdî: Şam bi erênî nêzî mijara nenavendîbûnê dibe

PeyamaKurd- Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî got “Li ser mijara nenavendîbûnê nêzîkatiyeke erênî ya rayedarên Şamê heye. Li ser guhertina destûrê jî nîqaşek heye. Dê HSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî Wezareta Parastinê bibin û gelê Efrînê jî ji bo vegereke birêxistinkirî amade be.”

Mezlûm Ebdî ji medyaya Rojavayê Kurdistanê re behsa serdana Tom Barrack û Fermandarê Giştî yê CENTCOMê kir û got, “Serdanek girîng bû. Hem ji bo hevkariya bi HSD’ê û şerê li dijî DAIŞ’ê, hem jî ji bo diyaloga di navbera me û Şamê de tê meşandin, piştgiriya xwe nîşan dan. Rewşa Sûriyeyê, rakirina cezayê Qeyser, pêkanîna tifaqa 10’ê Adarê hatin nîqaşkirin. Herwiha di vê demê dawî de hevdîtinên me û Şamê hinekî rawestiya bûn. Emê çawa van hevdîtinan xurt û bilez bikin, çawa karibin bi hikumeta nû ya Sûriyeyê re, şerê li dijî terorê bimeşînin. Di van mijaran de civînek bi encam pêk hat. Bandora vê jî li hevdîtinên me yên roja din bi Şamê re çêbûn û bû bingehek.”

Li ser civîna Şamê jî Ebdî diyar kir, “Em dikarin bêjin rêzecivîn çêbûn. Civîn bi Serok Şeri re civiyan, Wezîrê Karê Derve Şeybanî re civînek pêk hat. Me pêvajoya şeş mehên derbasbûyî nirxand, çima heta niha lihevkirin pêş de neçûye? Ya din jî emê ji niha û pê ve çawa pêvajoya diyalogê pêş bixin. Me bi awayek vekirî bi hev re axivî. Ji ber wê jî encamgir bû. Di gelek mijarên esasî de me li hev kir. Helbet wê niha şandeyên me û wan di aliyê pratîkê de hevdû bibînin.”

Fermandarê HSDê da zanîn, “Yek ji gavên herî erênî civîna me ya bi wezîrê parastinê û gerînendeyê istixbaratê re bû. Em gihiştin biryarekî ku agirbesteke giştî û li hemû çeperan pêk bê. Agirbest yek ji benda esasî ya tifaqa 10’ê Adarê ye. Lê mixanbin vê dawiyê di vê mijarê de gelek zêdegavî çêbûn. Ev bû sedem ku hêzên derveyî destwerdana mijarên me yên hindir bikin. Ya girîng jî ewe ku em van hevdîtinan di asta herî bilind de bidomînin. Mijarên weke destûrê, leşekerî, ewlekarî de jî nîqaşek çêbû. Her çendî di hinek mijaran de me bi temamî li hev nekiribe jî, me nêrînên hevdû fêm kir. Hinek mijaran de jî hevhatinek me çêbû, li ser vî esasî hevdîtinên me dikarin bidomin.”

Mezlûm Ebdî li ser mijara nenavendîbûnê jî wiha axivî: “Me berê jî got em Sûriyeyek ne navendî dixwazin. Me ev nîqaş kir. Dibe ku em di mijarên mustelehatan de weke hev nafikirin, lê vînek heye ku em li ser naverokê li hev bikin. Li ser mijara nenavendîbûnê nêzîkbûnek hevbeş heye. Dê şandeyek Rêveberiya Xweser li bajarên Sûriyeyê bigere û pergala nû binêre. Dê nêrînên xwe jî bidin, di aliyê nenavendî û rêveberiyên herêmî de. Dê di mijara çêkirina destûrê de xebatek bê çêkirin. Lê em dixwazin destûra hatiye çêkirin, guhertin çêbin. Hinek bendên di peymana 10’ê Adarê de, di destûra nû de tune ne. Ew jî ne li dijî guhertinan in. Dê ev mijarê de nêzîkbûnek erênî heye, me gavek pêş de avêt.”

Ebdî got, “Gelek gav dê bi hev re bên avêtin. Nêzîkatiyek li gel rayedarên Sûriyeyê heye, pêwîste hinek gav bên avêtin. Aliyê leşkerî girîng dibînin. Beşdarbûna HSD’ê ji artêşa Sûriyeyê de weke yekbûna axa Sûriyeyê dibîne. Em jî ne li dijî vê ne. Lê divê li ser esasê Sûriyeyek ne navendî çêbibe. Em bawerin di dema pêş de, di mijara guhertina destûrê de hinek pêşketin çêbin.”

Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.