Ala Sûriyê ya nû cara yekem li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî hat hildan

PeyamaKurd - Ala Sûriyê ya nû bi fermî cara yekem li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY9 hat hildan.
Hate ragihandin ku îro 25ê Nîsanê bi beşdariya Wezîrê Derve yê hikûmeta veguhêz a Sûriyê Esed Şeybanî ala Sûriyê ya nû li ber baregeha NY beriya civîna Konseya Ewlehîyê ya taybet bi Sûriyê, hat hildan.
Esed Şeybanî li ser hesabê xwe yê Xê got: ”Îro rojeke dîrokî ye, piştî ku me rûpeleke bi êş ji dîroka xwe asê kir”.
Şeybanî da zanîn, "Ev ala ne tenê nîşana dewletekê ye, ew nîşana gelekî ye ku xebat kir û baweriya wê bi azadî û dadweriyê heye”.
Ev nivîs 53 car hatiye xwendin.




