Li Hollandayê 100 hezar kes li dijî siyaseta hikûmetê ya li hember Îsraîlê xwepêşandan kirin

PeyamaKurd – Li Den Haagê, nêzîkî 100,000 kes li Meydana Malieveld kom bûn da ku helwesta hikûmetê ya alîgirê Îsraîlê bi dirûşmeya "Ji bo Xezzeyê Xeta Sor Bikşînin" protesto bikin.
Di çalakiya ku ji hêla zêdetirî 80 rêxistinên nehikûmî ve, di nav de Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Human Rights Watch jî, piştgirî hat dayîn, hikûmeta Hollandayê bi bêdengiya li hember kiryarên Îsraîlê yên li Xezzeyê hat tawanbarkirin.
Xwepêşanderan daxwaza bidawîanîna piştgiriya leşkerî û siyasî ya ji bo Îsraîlê û sepandina dorpêçan kirin. Ev xwepêşandan wekî mezintirîn xwepêşandana piştgiriya Filistînê li Holandayê hate tomar kirin.





