Almanya: Putin û Zelensky wê di nav du hefteyan de bicivin

Almanya: Putin û Zelensky wê di nav du hefteyan de bicivin

PeyamaKurd - Şansolyeyê Alman Merz got ku Putin û Zelensky dê di nav du hefteyan de bicivin.

Şansolyeyê Alman Friedrich Merz ragihand ku di nav du hefteyan de lûtkeyek di navbera Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin de pêk tê.

Merz piştî civîna li Qesra Spî bi Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, Serokê Ukraynayê Zelenskyy, Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte û rêberên Ewropî re di civîneke çapemeniyê de axivî.

Merz diyar kir ku ew ji bo piştgiriya Zelenskyy û parastina berjewendiyên hevpar ên Ewropayê hatine vir. Wî diyar kir ku wan tekez kir ku divê Ukrayna jî beşdarî her danûstandinên potansiyel bibe û lûtkeyek wisa tenê dikare were lidarxistin ger agirbest were bidestxistin.

Merz got, "Ya duyemîn, divê amadekariyên berfireh ji bo lûtkeyek wisa werin kirin. Em nizanin gelo Serokê Rûsyayê wê cesaret bike ku beşdarî lûtkeyek wisa bibe. Ji ber vê yekê, hewldanên razîkirinê hewce ne."

Serokwezîr Merz got, "Di navberê de Serokê Amerîkayê bi telefonê bi Serokê Rûsyayê re axivî û biryar hat dayîn ku di nav du hefteyên bê de hevdîtinek di navbera Serokê Rûsyayê û Serokê Ukraynayê de pêk were."

Merz destnîşan kir ku cihê hevdîtinê hîn nehatiye diyarkirin.

Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.