SOHRê eşkere kir: Hejmara kuştiyên Siwêdayê zêde bû

PeyamaKurd- Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku 32 kesên din ku 3 ji wan jin in, bi destê hêzên hikumeta veghêz a Sûriyeyê û çekdarên girêdayî wê li meydanên Siwêdayê hatine gulebarankirin.
SOHRê hejmara Durziyên Siwêdayê yên di êrîşên ji 13yê Tîrmehê ve hatine kuştin eşkere kir û ragihand, bîlançoya kuştiyan derket 1709 kesan.
Hate diyarkirin, 725 ji xelkê Siwêdayê ku piranî Durzî ne hatine qetilkirin; ji wan 167 sivîl in.
477 endamên Wezaretên Parastinê û Ewlekariya Giştî yên hikumeta veguhêz in, di nava de 40 ji eşîrên bedewî û çekdarên Lubnanî ne.
15 ji endamên Wezaretên Berevaniyê û Ewlekariya Giştî di encama êrîşên Îsraîlê de hatin kuştin.
Jinek û 2 kesên nenas di bombebarana balafirên Îsraîlê ya li dijî avahiya Wezareta Berevaniyê de can dane.
2 rojnamevan di pevçûnên li Siwêdayê de hatine kuştin.
484 kes ku piranî Durzî ne, di nav de 46 jin û 14 zarok û temenmezin li meydanan hatine gulebarankirin.
Di nava vê bîlançoyê de 20 xebatkarên tenduristiyê yên Nexweşxaneya Wetenî ya Siwêdayê jî hene ku bi destê endamên hêzên Şamê hatine kuştin.
SOHRê diyar kir ku ji bo eşkerakirina rastiyê û piştgiriya kedên parastina xelkê ew ê di belgekirina binpêkirinên li dijî sivîlan û cihên xizmetguzariyê de dewam bike.
Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.




