Iraq û Lubnanê yek ji kargeha herî mezin Captagonê tune kir

PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihand ku di encama operasyoneke îstixbaratî ya hevpar bi rayedarên Lubnanî de, yek ji kargehên herî mezin ên çêkirina Captagonê yên li Rojhilata Navîn li rojhilatê Lubnanê hatiye têkdan.
Wezaretê daye xuyakirin, "Hevkariyeke nêzîk a ewlehî û îstixbaratî di navbera Rêvebiriya Giştî ya Kar û Barên Narkotîk a Iraqê û Rêvebiriya Giştî ya Ewlehiya Lubnanê de hatiye kirin” û ev yek bûye sedema dîtin û bi ser de girtina yek ji kargeha herî mezin a çêkirina Captagonê.
Hate diyarkirin ku ew kargeh li herêma Beqayê ya Lubnanê hatiye tunekirin ku beşeke girîng a sînorê Lubnan-Sûriyeyê li xwe digire.
Wezaretê ev operasyon wekî "derba herî bihêz a li dijî torên Captagonê li Rojhilata Navîn" bi nav kir û teqez kir ku ev serkeftin bi saya "îstixbarata deqîq a ku ji aliyê ajansên Iraqî ve ji bo hevkarên wan ên Lubnanî hatiye pêşkêşkirin" pêk hatiye.
Hêjayî gotinê ye, Sûriye, di dema desthilata Beşar Esed de, wekî çavkaniya sereke ya hilberandin û belavkirina Captagonê dihat naskirin. Ev bazirganî ji bo desthilata Esed bûbû amûreke siyasî û aborî ku Mahir Esedê birayê Beşar Esed serpereştiya wê dikir. Gelek kargeh li deverên li ser sînorê Lubnan û Sûriyeyê hatine avakirin, bi taybetî li herêma Beqayê ku erda wê ya dijwar, torên eşîrî yên kevnar û kontrola lawaz a dewletê, herêm veguherandiye navendeke qaçaxçîtiyê. Ew herêm qaçaxçîtiya kelûpel, sotemenî, çek, mirovan û narkotîkên wekî Captagonê hêsan dike.
Ev nivîs 101 car hatiye xwendin.




