Aloziya li berava Sûriyeyê didome: Li Tartûsê 2 endamên ewlehiyê hatin kuştin

Aloziya li berava Sûriyeyê didome: Li Tartûsê 2 endamên ewlehiyê hatin kuştin

PeyamaKurd – Roja Sêşemê li bajarê beravê yê Sûriyeyê Tartûsê di bûyereke nepenî de 2 endamên hêzên ewlehiyê yên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê hatin kuştin. Ajansa nûçeyan a dewleta Sûriyeyê SANAyê bûyer weke êrîşeke çekdarî bi nav kir, lê Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku bûyer ji ber qezayeke trafîkê û pevçûneke navxweyî qewimiye.

Li gorî nûçeya SANAyê ku xwe dispêre çavkaniyeke ewlehiyê, dema dewriyeyeke hêzên ewlehiya navxweyî hewl daye wesayîteke gumanbar bide sekinandin, ji hundirê wesayîtê gule hatiye berdan û di encamê de du endamên hêzên ewlehiyê hatine kuştin. Hate ragihandin ku êrîşkar ji cihê bûyerê reviyane û ji bo girtina wan operasyon hatiye destpêkirin.

Ji aliyê din ve, SOHRê ya ku navenda wê li Londonê ye, îdiayeke cuda derxist pêş. Li gorî çavkaniyên xwecihî yên SOHRê, bûyer bi şopandina 2 wesayîtên sivîl dest pê kiriye û bi qezayeke trafîkê bi dawî bûye. Piştî qezayê di navbera kesên di wesayîtan de pevçûneke çekdarî derketiye û 2 kes hatine kuştin.

SOHRê diyar kir ku paşê derketiye holê ku her du kesênhatine kuştin  endamên hêzên ewlehiyê ne û bi cilên sivîl bûne. Rêxistinê her weha da zanîn ku dîmenên vîdeoyên yên 2 wesayîtên sivîl û cenazeyên li erdê bi dest xistine.

Her weha di dawiya meha Tîrmehê de, komîteya ku ji aliyê Serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmed el-Şara ve ji bo lêkolînkirina bûyerên Adarê hatibû avakirin, ragihand ku di pevçûnan de zêdetirî 1400 kesên ku piraniya wan sivîl in jiyana xwe ji dest dane û 298 kesên ku "gumana tevlêbûna wan di binpêkirinan de heye" hatine naskirin.

Ev nivîs 101 car hatiye xwendin.