Amerîka amadekariyê dike ku çekên nû bifiroşe Ûkraynayê

Amerîka amadekariyê dike ku çekên nû bifiroşe Ûkraynayê

PeyamaKurd – Li gorî rojnameya The Guardian a Îngilistanê, Serokê Amerîkayê Donald Trump şandina alavên leşkerî yên bi qîmeta 50 milyon dolarî bo Ûkraynayê pejirand. Ev yekem firotina çekan e piştî rawestandina alîkariya leşkerî ya ji bo Kîevê. Firotin hewceyê pejirandina Kongreyê ye.

Biryara piştî peymana hevkariya aborî ya DYA-Ûkraynayê tê dayîn, ku tê de gihandina çavkaniyên xwezayî û avakirina “Fona Veberhênanê ya jinûveavakirina DYA-Ûkraynayê”heye.

Trump got, peyman dê “ewlehiyê” peyda bike û Rûsyayê asteng bike.

Hate ragihandin ku Ûkraynayê jî peydakirina çekên nû ku pergalên parastina hewayî jî di nav wan de ne, piştrast kir.

Serokê Rûsyayê Pûtîn amadehiya hevkariyê bi DYAyê re di warê çavkaniyan de anî ziman, lê bandora têkiliyên Trump bi Kremlînê re hêj ne diyar e.

 

Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.