Trump: Emê muafiyeta baca Zanîngeha Harvardê rakin

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wê statûya muafiyeta bacê ya Zanîngeha Harvardê ku li seranserê cîhanî bi nav û deng e, bê rakirin. Trump li ser medya civakî got: "Emê statûya muafiyeta bacê ya Harvardê rakin. Vê heq dikin."
Rektortiya Zanîngeha Harvardê diyar kir ku rakirina statûya muafiyeta bacê wê ne qanûnî be û mîsyona perwerdehiyê bixe xeterê.
Trump dema nû hat ser desthilatê, hin zanîngeh hişyar kiribûn ku eger polîtîkayên xwe neguherin dibe bi kêmkirina fonê re rû bi rû bimînin. Daxwazên sereke yên rêveberiyê nehiştina "antisemîtîzmê" li kampusan û rawestandina bernameyan ji bo komên kêmîneyan e.
Piştî ku zanîngehê daxwazên rêveberiya Trump ên ji bo guhertina rêveberiyê û pêvajoyên qebûlkirinê red kir, hikûmetê biryar da ku 2.2 milyar dolar fon û peymana 60 milyon dolarî bê rawestdandin. Harvardê hefteya borî doz li rêveberiya Trump vekiribû, ji bo astengîyên fonên hikûmetê çênebin.
Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.




