Amerîkayê êrîşî paytexta Yemenê kir

Amerîkayê êrîşî paytexta Yemenê kir

PeyamaKurd – Raporên ajansa nûçeyan a Reutersê diyar kir ku Hêzên Amerîkayê yên li Amerîkayê êrîşeke hewayî bir ser paytexta Yemenê Sanayê pêk anî. Li gorî raporên destpêkê, di êrîşê de 8 kesan, ku di nav wan de jin û zarok jî hene, canê xwe ji dest dane.

Diyar bû ku Hêzên Amerîkî li dijî hikûmeta Yemenê êrîşeke hewayî biriye ser Sana ya paytexta Yemenê.

Li gorî televîzyona El Masîra ya Yemenê ku ya Hûsiyan e, balafirên şer ên DYAyê herêma Sukban a navçeya Benî El Harîs a Senayê hedef girtin.

Herwiha li gorî raporên destpêkê, di êrîşê de 8 kesan, ku di nav wan de jin û zarok jî hene, canê xwe ji dest dane.

Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.