Erdhejeke tirsnak li Kutahyayê çêbû!

PeyamaKurd – Li navçeya Simav a Kutahyayê, 4 saetan piştî hev du erdhejên cuda yên bi şîdeta 3.9 çêbûn.
Ji erdhejan bandorên neyînî çênebûn.
Li navçeya Simav a Kutahyayê di saet 2:45 û 7:21an de du erdhejên bi şîdeta 3.9 pileyî çêbûn.
Erdheja yekem li kûrahiya 11 kîlometreyan û ya duyem jî li kûrahiya 6 kîlometreyan çêbû.
Ji erdhejên ku li navçeyên derdorê jî hatin hîskirin, bandorek neyînî çênebû.
Ev nivîs 19 car hatiye xwendin.