Li Amerîkayê êrîşa çekdarî: 1 kuştî, 6 birîndar

PeyamaKurd – Li Zanîngeha Dewleta Elizabeth City ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di êrîşeke çekdarî de kesek hat kuştin û şeş kes jî birîndar bûn.
Di roja dawî ya Festîvala Vîkîngan de li zanîngeheke li rojhilatê Karolînaya Bakur, gulebaranek çêbû. Di êrîşa di dema çalakiya "Yard Fest" de ku beriya girtina festîvalê dihat lidarxistin, kesek mir û şeş kes birîndar bûn.
Hat ragihandin ku kesê mirî ne xwendekar bû û birîndar rakirine nexweşxaneyê.
Piştî ku rapor ji hêzên ewlehiyê re hat dayîn, kampus ji bo demekê hat girtin. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Zanîngeh di daxuyaniyekê de got, "Zanîngeh ji ber vê kiryara bêwate pir xemgîn e."
Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.