Ji Sûriyê banga rakirina cezayên aborî li Kongreya Amerîkayê

PeyamaKurd- Rêxistina Hevalbendiya Aştî û Refahê ya Sûrî-Amerîkî (SAAPP) banga rakirina hemû cezayên li ser Sûriyeyê li Kongreya Amerîkayê kir.
Di daxuyaniya Rêxistina Hevalbendiya Aştî û Refahê ya Sûrî-Amerîkî (SAAPP) de, ji Kongreyê hate xwestin ku cezayên li ser Sûriyeyê bi tevahî bên rakirin û ev pêngav ji bo Sûriyeyê girîng e da ku mafên xwe vegerîne.
Di daxuyaniya li ser medyaya civakî de, hate gotin ku "Sûriyiyên Amerîkî yên ji dewlet û civakên cuda li hev civiyane, li ser navê gelê xwe ji bo azadî û rizgariya ji cezayên aborî bi dengekî yekgirtî dipeyivin û ev cezayên aborî zirarê didin maf û debara Sûriyeyan".
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin: "Em spasiya xwe pêşkêşî her kesê ku li cem Sûriyeyê sekinî ye, dikin. Em dibînin ku hevkariyê ji bo berjewendiya giştî gelek tişt pêk anîne."
Ev nivîs 115 car hatiye xwendin.




