Rêberê Durziyan ji bo Rêveberiya Serbixwe ji welatan piştgirî xwest

Rêberê Durziyan ji bo Rêveberiya Serbixwe ji welatan piştgirî xwest

Peyamakurd- Rêberê ruhanî yê civaka Durzî ya Sûriyeyê Şêx Hîkmet Hicrî, bang li welatên cîhanê kir ku alîkariyê bidin ji bo ragihandina herêm û rêveberiyeke cuda li parêzgeha Siweydayê.

El-Hicrî ev gav wekî pêwîstiyekê ji bo parastina hebûna civaka Durzî li hemberî "êrîşên hovane" bi nav kir.

Şêx Hicrî îro 25ê Tebaxê dema pêşwazîkirina şandeyeke ji Tevgera "Rical El-Kerame" (Mêrên Rûmetê), peyameke vîdyoyî tomar kir.

Hicrî di peyamê de got: "Em bang li hemû mirovên bi rûmet ên cîhanê, ji dewlet û gelên azad dikin, ku li kêleka me bisekinin ji bo ragihandina herêmeke cuda ku zarokên me heta hetayê biparêze."

Hicrî sedema vê daxwazê bi rewşa ewlehiyê ve girê da û da zanîn: "Em her dem aştîxwaz in, ne şerxwaz in û em tekez dikin ku em berevaniyê li xwe dikin û êrîşî ti kesî nakin. Lê êrîşa hovane ya dawî, asta wehşeta ku em tê de dijîn nîşan dide."

 

Hicrî pîrozbahî li gava nû ya avakirina "Pasdarên Niştimanî" kir, ku 30 komên çekdar ên li Siweydayê di bin sîwanekê de kom dike û ev yek wek avakirina saziyên dewletê bi nav kir.

Hicrî wiha got: "Em li xwe pîroz dikin ku me ev sazî ava kiriye, ku wek saziyên dewletan e, di serî de artêş ku ji aliyê 'Pasdarên Niştimanî' ve tê temsîlkirin, li gel Komîteya Bilind a Yasayî. Me dest bi rêwîtiyeke nû kiriye, bi taybetî piştî vê ezmûna hebûnê ya ku hewl da me hemûyan li ber çavê cîhanê tune bike."

Piştî rûxana rejîma Esed, Şêx Hîkmet Hicrî helwesteke nermtir nîşan dabû û daxwaza hikûmeteke hevbeş, destûreke sivîl, artêşeke niştimanî û sîstemeke nenavendî dikir. Wî herwiha diyar kiribû ku komên çekdar ên Siweydayê dê çekên xwe radest nekin heta ku "dewlet ava bibe û li ser bingeheke Sûrî ya giştî aram bibe."

Lê belê, helwesta wî piştî bûyerên meha Tîrmehê yên li Siweydayê tundtir bû, ku tê de pevçûn di navbera eşîrên Ereb û komên Durzî de derketibûn. Ji wê demê ve, wî pêşwazîkirina şandeyên hikûmeta nû ya Şamê red kir û banga veqetînê ji hikûmeta navendî kir.

Ev nivîs 137 car hatiye xwendin.