Artêşa Îsraîlê li Kuneytrayê noqta kontrola leşkerî ava kir

PeyamaKurd – Îsraîlê li Sûriyê li bajarê Kuneytrayê noqta kontrola leşkerî bi demkî ava kiribû lê niha ya daîmî ava kir. Bajarê Kuneytrayê dikeve Rojavayê Bakûrê Sûriyê.
Televizyona fermî ya Sûriyê ya bi navê el-İxbariyye ragihand ku artêşa Îsraîlê ber bi bajarê Kuneytrayê ve çûye û ciyê kontrola xwe di navbera Ofanya û Cibata Haşabê de ava kiriye. Li wê derê kontrola rê dike û li nasnama xelkê dinêre.
Serokê Sûriyê Ahmed Şara ragihandibû ku Artêşa îsraîlê ji 08.12.2024an heya 18ê Êlûnê ji hezarî zêdetir êrîşên hewayî kiriye ser Sûriyê û ji 400an zêdetir di bejayiyê de êrîşan kiriye.
Îsraîl naxwaze grûbên bi ser Îranê, DEAŞ an yên weka Hîzbûllahê bibe cîranên wê da jê re nebin talûke û lewra dora xwe paqij dike. Talûke di nav sînorê kîjan dewletî de be, jê rê ferq nake.
Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.




