Babacan: Şertê yekem xwefesixkirina PKKyê ye

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê ya Tirkiyê, Alî Babacan, di daxuyaniyên xwe yên li Enqerê de, çarçoveya nêrîna partiya xwe ya ji bo "pêvajoya çareseriyê" ya nû eşkere kir. Babacan tekez kir ku berî her gotûbêjeke li ser maf û azadiyan, divê komisyoneke parlemanê zemîneke yasayî ji bo "xwehilweşandina PKKyê" amade bike.
Di hevpeyvînekê de bi komek rojnamevanan re, Babacan pêşniyar kir ku "Komisyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" were avakirin û karê wê di du qonaxan de were meşandin:
- Qonaxa Yekem: Pêşî divê ev komisyon li ser amadekirina zemîneke yasayî bixebite ku rê li ber xwefesihkirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) veke.
- Qonaxa Duyem: Bi tenê piştî pêkhatina vî şertî, divê komisyon derbasî nîqaşên li ser maf û azadiyan bibe, ku di serî de çareserkirina pirsa Kurd tê.
Derbarê nîqaşên li ser serdana mihtemel a komisyonê ji bo Îmraliyê û hevdîtina bi Abdullah Ocalan re, Babacan helwesteke bi şert nîşan da. Wî got, "Eger Abdullah Ocalan dixwaze nêrînên xwe li ser pêvajoyê bigihîne komisyonê, divê ev yek bi rêbazeke guncaw pêk were."
Babacan ev yek di asta prensîbê de bi sûd dît, lê tekez kir ku biryara li ser awayê pêkanîna vê yekê, divê di destê komisyonê bi xwe de be.
Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.




