Balyozê Amerîkayê stratejiya nû ya Trump eşkere kir: Em ê meşrûiyetê bidin Erdogan

PeyamaKurd – Balyozê Amerîkayê li Enqerê, Tom Barrack, ragihand ku rêveberiya Trump ji bo çareserkirina pirsgirêkên demdirêj ên bi Tirkiyeyê re stratejiyeke nû pejirandiye: dayîna "meşrûiyetê" ji Serokkomar Recep Tayyip Erdogan re. Barrack got, "Ez difikirim ku hûn ê di encama vê yekê de guhertinên mezin bibînin."
Di panelekê de li New Yorkê, rojek beriya hevdîtina krîtîk a di navbera Erdogan û Donald Trump de, Barrack diyar kir ku Serok Trump ji pirsgirêkên ku 10 sal in dubare dibin, wek S-400 û F-35, westiyaye û dixwaze "gaveke wêrek" bavêje.
Mesele ne çek e, "meşrûiyet" e
Barrack diyar kir ku gava wî ji Trump pirsî ka Erdogan hewceyê çi ye, Trump bersiv daye: "Meşrûiyet." Balyozê Amerîkî got, "Ew [Trump] mirovekî pir jîr e. Mesele ne sînor, S-400, an jî F-16 ne. Mesele meşrûiyet e."
Bi vê pêngavê, Amerîka dixwaze nîşan bide ku ew rola Erdogan û Tirkiyeyê weke hevpeymaneke sereke ya NATOyê qebûl dike û rêzê jê re digire, tevî ku Tirkiye ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve nehatiye qebûlkirin.
Îşareta vegerê bo F-35an
Di beşeke balkêş a axaftina xwe de, Barrack îşareteke girîng da ku DYAyê dibe ku di mijara firokeyên şer ên F-35an de paşde gav bavêje. Piştî ku Tirkiyeyê sîstema S-400 a Rûsî kirî, ew ji bernameya F-35an hatibû derxistin. Lê Barrack got, "Em hewl didin ku pêşî li wî [Erdogan] bigirin û F-35an bidin wî."
Wî herweha bal kişand ser girîngiya Tirkiyeyê di bazara çekan de û got, "Tirkiye welatê ku li cîhanê herî zêde F-16 dikire ye û ev yek Lockheedê [şîrketa çêker] li ser piyan dihêle.
"Rêberên mezin dikarin gelek tiştan bi dest bixin"
Balyozê Amerîkî, Tirkiyeyê weke "demokrasiyeke bi şêwazekî otorîter" bi nav kir û got ku stratejiya Trump a dayîna meşrûiyetê dê bibe çareserî.
Di dawiya axaftina xwe de, Barrack tekezî li ser rola Tirkiyeyê weke "navendeke aramiya herêmî" û "şirîkê herî mezin ê Amerîkayê" li herêmeke aloz kir û got, "Serok Erdogan û Serok Trump rêberên mezin in. Ez difikirim ku ew dikarin gelek tiştan bi dest bixin."
Ev nivîs 100 car hatiye xwendin.




