Slovenya, Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu wek "kesê nexwestî" îlan kir

PeyamaKurd- Slovenyayê ragihand ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu wek "kesê nexwestî" hatiye îlankirin. Ev biryar di civîneke hikûmetê de hatiye girtin.
Sekretera Dewletê ya Wezareta Derve ya Slovenyayê, Neva Grasic, li ser hesabê xwe yê X (berê Twitter) got, "Her kes dizane ku Netanyahu tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê kirine." Grasic ragihand ku hikûmeta Slovenyayê di civîna xwe ya îro de biryara qedexekirina hatina Netanyahu bo welêt daye.
Grasic di daxuyaniya xwe de anî ziman ku bi vê biryarê, hikûmeta Slovenyayê peyameke zelal ji Îsraîlê re dişîne û dixwaze ku Îsraîl rêzê li biryarên dadgehên navneteweyî û hiqûqa mirovî ya navneteweyî bigire.
Ev nivîs 79 car hatiye xwendin.




