Stêrka Sor ya Dawûd: 20 birîndarên me (Îsraîl) hene

PeyamaKurd - Stêrka Sor ya Dawûd ya Îsraîlê ragihand ku balafirekî bêmirov ji Yemenê avêtine başûrê Îsraîlê û li bajarê Eylatê ketiye. Di encamê de 2 kes birîndarên giranin, yek orte û 17 kes sivik bi temamî 20 kes birîndar bûne.
Balafira ku avêtine ser Îsraîlê, tije teqemenî bûye û ragihandina bûyerê ji aliyê Xizmeta Lezgîn ya Îsraîlê ji aliyê Stêrka Sor ya Dawûd de hat kirin.
Birîndaran ji bo dermankirinê birine nexweşxana Yoseftalê.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku di berlêgirtina balafirê de biser neketine.
Ev nivîs 108 car hatiye xwendin.




