Tirkiyê HSD bi êrîşkirina ser hêzên Şamê tawanbar kir: Em ji nêzîk ve dişopînin

Tirkiyê HSD bi êrîşkirina ser hêzên Şamê tawanbar kir: Em ji nêzîk ve dişopînin

PeyamaKurd- Wezarea Berevaniya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand, ew pêwendî û danûstandinên di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyê de ji nêzîk ve dişopînin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, "Êrîşên vê dawiyê yên li ser Hêzên hikûmetê li Helebê diyar dike ku HSD pabendiyê bi rêkeftina 10ê Adarê nake û gefê li ser aştî û aramiya deverê çêdike".

Herwiha hate diyarkirin: "Em ê hevkariya li gel Hikûmeta Sûriyê berdewam bikin û piştevaniya wê di hemû warên bejayî, deryayî û esmanî de bikin ji bo bihêzkirina karînên Sûriyê yên berevaniyê".

Hêjayî gotinê ye, HSDê jî di çend rojên dawî de ragihandibû ku komên çekdarên girêdayî hikûmeta veguhêz a Sûriyê li çend deverên Helebê êrîşan dibin ser hêzên wan û xelkê sivîl û hejmara qurbaniyan belav kiribû. Herwiha HSDê diyar kiribû ku wan jî bersiva êrîşan daye.

Li aliyê din Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Washingtonê di hevdîtina ligel Ehmed Şera de diyar kiribû, "Divê HSD pabendî tevlîbûna nava artêşa Sûriyê bibe û dest ji kar û gotara dijî yekbûna Sûriyê berde".

Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.