Almanya: Balafirên Rûsyayê di ser firqeteyna (keştî) Almanya de firiya

Almanya: Balafirên Rûsyayê di ser firqeteyna (keştî) Almanya de firiya

PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Almanya Boris Pistorius, di wexta di meclisa federal ya Almanya de li ser budça wezaretê ya sala 2026an diaxifî, behsa şerê Rûsya û Ûkraynayê kir û hem behs kir ku balafirên şer yên Rûsyayê li Derya Baltikê di ser firqeteyna (keştiya şer) Almanya de derbas bûne an ku tacîz kiriye.

Pistorius, di meclisa federal de di wexta axaftina xwe de got ku Rûsya, Almanya û endamên NATOyê teşwîqê şer dike. Pistorius got:

“Putin dixwaze endamên NATOyê tahrîk bike, goya dixwaze qelsiya endamên NATOyê tesbît bike, îfşa bike û ji wan kiryaran fêde bibîne. Putin xeta dike, NATO li hemberê leystikên Rûsyayê bi zelalî û bi biryarî bersivê dide lê gelek bihezir tevdigere.

Em bi zelalî bersivê didin tevgerên Rûsyayê lê em nakevin nav panîkê û kemîna Rûsyayê. Em bi leystikên Putin naxapin û em asta gengeşeyê bilind nakin. İHA û balafirên şer yên Rûsyayê dikevin kûrahiya seha hewayî yên Polonya û Estonyayê û di rojên dawiyê de balafirên Rûsya li Derya Baltikê di ser firqeteyna me de firiyan. Ev tev nîşan didin ku Rûsya sînoran test dike.”

Pistorius, di meclisê de bang kir ku Almanya budça bergiriya Almanyayê zêde bike ji ber talûkê hene.

Encumena wezîran ya Almanya budça bergiriyê ya sala 2026an 20milyar Euro zêde kir û budçe dê bigihê 82,7 milyar Euroyî. Bi temamî wê mesrefên bergiriya Almanya di sala 2026an de bigihê 117,2 milyar Euroyî.

Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.