Deriyê sînor yê Kerame yê navbera Şerîa û Urdinê roja Înê vedibe

Deriyê sînor yê Kerame yê navbera Şerîa û Urdinê roja Înê vedibe

PeyamaKurd – Rayedarê Îdara Deriyên Sînoran yê Fîlîstînê ragihand ku wê deriyê sînor yê di navbera Şerîa Rojava û Urdinê yê bi navê Kerame wê ji nûh de vebe û wê ji her dû aliyan de siba an ku wê roja Înê vebe.

Rayedarê Deriyên Sînoran yê Fîlîstîne Nazmi Muhenna, daxwuyaniya xwe nivîskî da lê negot çima serokwezîrê Îsraîlê Netenyahu di vê mijarê de îznê daye.

Deriyê navborî, tekanê deriye ku herêma Şerîa Rojava bi dinyayê ve girêdide. Derî, ji aliyê Fîlîstînê de bi navê ‘Deryê Sînor Kerame’, ji aliyê Urdinê de bi navê ‘Pira Qral Huseyîn’ û ji aliyê Îsraîlê de bi navê ‘Pira Allenby’ tê binavkirin.

Li Pira Kral Huseyin (Allenby) di 18ê Êlûnê de, di êrîşa leşkerî de 2 leşkerên Îsraîlê hatibûn kuştin û derî hatibû girtin.

Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.