Li Baneyê kolberekî Kurd bi çekdarên Îranê hat kuştin

Li Baneyê kolberekî Kurd bi çekdarên Îranê hat kuştin

PeyamaKurd – Îro, roja Pêncşemê, 25ê Îlona 2025an, kolberekî Kurd yê bi navê Qasim Ezîzî li devera sînorî ya bajarê Banê ya bi hedefgirtina çekdarên canê xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên ku Rêxistina Mafên Mirov a Hengawê belav kiriye, Qasim Ezîzî yê 47 salî ku zewicî bû û bavê du zarokan bû, dema li gel komek kolberên din li nêzî gundê "Bilesen" bû, rastî êrîşa hêzên sînorî yên Îranê hat.

Çavkaniyekê ji Hengawê re ragihandiye ku bûyer bi awayekî dramatîk qewimiye. Piştî ku hêzên leşkerî nêzîkî kolberan bûne, kolberan barên xwe avêtine û ji aliyê hêzan ve hatine desteserkirin. Li gorî îdiayan û vîdyoyeke ku li ser bûyerê belav bûye, hêzên Îranî piştî desteserkirinê ji kolberan re gotine ku ew dikarin biçin. Lê dema ku kolber bi qasî 50 metreyan dûr ketine, ji paş ve gule li wan hatine reşandin.

Di encama vê gulebaranê de, guleyek li milê Qasim Ezîzî ketiye û wî di cih de canê xwe ji dest daye.

Cendekê Qasim Ezîzî ku xelkê bajarê Banê bû, piştî bûyerê ji bo Nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya Banê hatiye veguhestin. Kuştina kolberan li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Îranê ve bûyereke dubare ye û her sal dibe sedema kuştin û birîndarbûna bi dehan welatiyên sivîl.

Ev nivîs 125 car hatiye xwendin.